Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saad Harîrî Piştî 17 Roj Vegerî Lubnanê


Harîrî li Firîngeha Navneteweyî ya Beyrutê

Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî, ku li Rîyad ya paytaxta Erebîstana Saudî bi awayekî surprîz karvekişîna xwe ragihandibû, piştî 17 roj vegerîya welatê xwe.

Harîrî piştî li Firîngeha Navneteweyî ya Beyrutê peya bû, serdana gora bavê xwe Refîk Harîrî kir.

Serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîf Harîrî, di 14’ê Sibata 2005’an de li Beyrutê bi kuştinkarîyekê hatibû kuştin.

Saad Harîrî di daxuyanîya xwe de dîyar kiribû ku ew ji kuştinkarîyeke dijî wî ditirse û gotibû ku ‘’Îran li herêmê tovên hilweşînê direşîne’’. Harîrî dabû zanîn ku Hizbullah ya Lubnanê bi piştgirîya Tehranê welatê wî ji îstîqrarê dûr dixîne.

Harîrî berê dîyar kiribû ku ewê roja Çarşemê beşdarî pîrozbahîyên roja serxwebûnê bibe. Hîn nayê zanîn ku ewê Harîrî karvekişîna xwe bi şûnde bistîne yan na. Li ber re ku Harîrî, piştî hevdîtina bi Serokomarê Lubnanê Mîşel Avn daxuyanîyeke ser karvekişînê bide.

Mişel Avn dîyar kiribû ku heta ku Harîrî rû bi rû karvekişîna xwe nede, ewê karvekişîna wî neyê pejirandin.

Harîrî roja Şemîyê ji Rîyadê çûbû Parîsê û serdana Serokomarê Fransa Emmanuel Macron kiribû.

Macron, hewil dide ku bo kêşeya Lubnanê navbeynkarîyê bike.

Harîrî piştî Fransa, serdana Misir û Qibrisê jî kiribû.

XS
SM
MD
LG