Lînkên eksesibilîtî

Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî, piştî lihevkirineke bi partîyên hevrik, bi fermî karberdana xwe vekişand.

Ragihandina biryara Harîrî, piştî dawîbûna civîna kabîneya Lubnanê hat ku ji krîza sîyasî ya 20'ê Mijdarê vir ve cara yekê kom bû.

Harîrî dema li Erebîstana Saudî bû, bi awayekî nedîtî karvekişîna xwe dabû û Hîzbullah bi maytekirina kêşeyên herêmî tawanbar kiribû.

Civîna kabîneya Lubnanê ya bin seroktîya Harîrî, bang li partîyên sîyasî yên Lubanê kir ku xwe jî kêşeyên herêmî û peywendîyên navnetewî yên welatên Ereb dûr xînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Harîrî hikûmeteke koalîsyonê bi rêve dibe ku wezîrên Hîzbullah jî di nav de cîh digirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG