Lînkên eksesibilîtî

Saad Herîrî ligel Melîkê Erebistana Saudî Kom Bû


Serokwezîrê Lubnanê Herîrî, ku bi awayekî ne pêşbîn dest ji kar berda, îro ligel Melîkê Saudî Salman civîya.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Saudî, SPA wêneyên her du rêberan li qesreke Rîyada paytaxt belav kirin.

SPA got ku çar wezîr di kombûna Herîrî û Melîk Salman de amade bûn.

Di nav wan de Wezîrê Derve Adil Cubeyr û Wezîrê Karûbarên Kendavê Thamer el-Sabhan jî hene ku hefteya borî li ser televîzyona Lubnanî MTV eşkere kiribûn ku pêvajoyên balkêş li pêş Lubnan in.

Serokê Lubnanê Michel Aoun, ku divê destberdana ji kar bipejirîne, roja Şemîyê gotibû ku ewê ta vegere Lubnane, li benda Herîrî bimîne û piştre destberdana wî ya ji kar binirxîne.

Hêyayî blakişandinê ye ku heta niha ne dîyar e ku Herîrî de vegere Lubnanê yan ne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG