Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Ji Bo Rawestandina Koçberiyê Hewla Komkirina 3.2 Mîlyar Dolar Dide


Cîgira serokê Amerîka Kamala Harris
Cîgira serokê Amerîka Kamala Harris

Cîgira serokê Amerîka Kamala Harris hewl dide 3.2 mîlyar dolar berhev bike ji bo rûbirûbûna koçberiya Amerîka Navendî bo Amerîkayê, li gorî nivîsgeha wê, hewildaneke ku dê roja Sêşemê li Civîna Bilind a Amerîkayan li Los Angeles bike.

Pêgiriyên nû yên kompaniyan- di nav de Visa û kompaniya cilûbergan Gap, bi tevahî 1.9 mîlyar dolar e û du qat zêdetir e ji 1.2 mîlyar dolarî ku di Kanûnê de ji hêla kerta taybet ve hatibû dayîn.

Soz beşek sereke ya plansaziya Serok Joe Biden e ji bo çareserkirina "sedemên bingehîn" yên koçberiya ji Guatemala, Honduras û El Salvador, herêmek ku wekî Sêgoşeya Bakur tê nasîn.

Li gorî nivîsgeha Harris, armanca gera herî dawî ya weberhênanê ew e afirandina karan, berfirehkirina gihandina înternetê û anîna bêhtir mirovan nav sîstema fermî ya bankan.

Lê hewildanên Amerîka yên rawestandina koçberiya ji Sêgoşeya Bakur carinan ji ber gendeliyê têk çûn, li gel projeyên bi mîlyonan hatine ragirtin û hin tevlêbûna kerta taybet rawestiyane.

Di nav pirsgirêkên din de, serokên Guatemala û Honduras destnîşan kirin ku ew ê beşdarî civîna lûtkeya vê hefteyê nebin û dê li şûna wan rayedarên din bişînin. Ne diyar e gelo dê serokê El Salvador Nayib Bukele beşdar bibe an na.

Biryar e Harris her weha destpêşxeriyekê li ser jinan bi kerta taybet re pêşve bibe ku armanc dike 1.4 mîlyon jin bi sîstema darayî ve girêbide û zêdetirî 500,000 jin û keç di şiyanên kar de perwerde bike.

Wekî din, Harris dê destpêşxeriyek 50 mîlyon dolarî bi navê Corpsê Karûbarên Amerîkaya Navendî bide destpêkirin da ku derfetên karûbarê civakê bide ciwanên li Sêgoşeya Bakur di warên wekî perwerdehî û rêgirtina li tundûtûjiyê de.

Bername dê ji hêla Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Amerîka (USAID) ve were rêvebirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG