Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris roja Pêncşemê dîyar kir ku ew bi biryara Hîndistanê ya ser jinûve derfirotina vaksînên COVID-19 kêfxweş bûye.
Karbidestên Hîndistanê vê hefteyê dan zanîn ku ewê di dawîya salê re jinûve dest bi îxracata vaksînên COVID-19 bikin.
Hîndistan, ku li cîhanê çêkera herî mezin ya vaksînan e, di meha Nîsanê de îxracata vaksînan rawestandibû.
Berpirsên Hîndistanê dîyar kiribûn ku li welêt pêketinên vîrusa korona zêde bûye û ew dê berê bala xwe bidin ser vaksînkirina welatîyên xwe.