Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Dê Serdana Sînorê Meksîko Bike


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris dê serdana sînorê Meksîko bike.

Ofîsa Harris ragihand ku ew dê roja Înê bi Wezîrê Ewlekarîya Neteweyî Alejandro Mayorkas re here El Paso, Teksasê.

Serok Joe Biden, Harris ser vekolînên derbarê koçberîya ji El Salvador, Guatemala, Honduras ya di ser Meksîko re erkdar kiribû.

Harris di serê vê mehê de serdana Meksîko û Guatemala kiribû.

Komarîyan, Harris jiber ku hîn neçûye sînorê Meksîko rexne kiribûn û wê gotibû ku ewê dawîya dawî here wir.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump jî plan dike ku di 30’ê Hezîranê de serdana sînor bike.

Trump got ku ger plana wî û ya Walîyê Teksasê Greg Abbott ya ser serdana sînor tunebûya ewê Harris serdana wê derê nekira.

Serokê Demokrat Biden piştî hatibû hilbijartin bo sîyaseta serokê Komarî Trump ya ser koçberan biguherîne dest bi tevgeran kiribû.

Biden herwiha bi xala 42’yan kiribû ku di pênc mehan de 400,000 koçberên ji Amerîka Navîn yên li sînor û nêzî wê hatine girtin dersînor bike.

Rêvebirîya Biden her çiqas ti agahîya zanistî tune jî li ser dibêje ku ew bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin li gor wê xalê tevdigerin.

XS
SM
MD
LG