Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Amerîkî Harry Reid Mir


Reid di sala 2007'an de bû rêberê piranîya partîya Demokratîk li nav Senatoyê.
Reid di sala 2007'an de bû rêberê piranîya partîya Demokratîk li nav Senatoyê.

Harry Reid, rêberê berê yê piranîyê li nav Civata Senatoya Amerîkî, roja Sêşemê bi şev di temenê 82 salî de mir. Di dema karê xwe yê Kongresê de, Reid nûnertîya wîlayeta Nevada dikir.

Xanima wî, Landra Reid, di daxuyanîyekê de got ku hevjînê wê bi “aştîyane” mir “piştî çar salan ji şerê ligel nexweşîya penceşêra pankereasê.”

Di karê xwe yê ku bêtirî 34 salan de dirêj kir, Reid di dema du Serokê Komarî George W. Bush û yê Demokrat Barack Obama de, kontrola piranîyê ya partîya xwe ya Demokrat li nav Senatoya Kongresê kir.

Di sala 2016’an de wî dev ji sîyasetê berda û li malê rûnişt piştî qezayekê ku tê de çavekî wî kor bû. Di sala 2018’an de jî ragihand ku penceşêr pankereasê pê re û ew tê derman kirin.

Di sala 1982’an de, Harry Reid bo cara yekê bo Civata Nûneran ya Kongresê hate li ser wîlayeta Nevada hate hilbijartin. Wî ji herkesî bêtir di dîroka wîlayetê de nûnertîya Nevada li Kongresê kir.

Berî ew têkeve Kongresê de, Reid di sala 1970’ê de di temenê 30 salî de bû genctirîn cîgirê fermanbar di dîroka wîlayeta Nevada de.

XS
SM
MD
LG