Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Robert Harward Pêşnîyara Serok Trump Red Kir


Jibo şêwirmendîya ewlekarîya neteweyî navên Keith Kellogg û David Petraeus derdiket pêş

Reutersê do Pêncşemê ragihand ku Robert Harward, ku berê yek ji fermandarên payabilind yê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) bû, teklîfa Serok Donald Trump ya jibo şêwirmendîya ewlekerîya neteweyî red kir.

Piştî ku Michael Flynn, jiber raportên medyayî yên ser peywendîya wî ya bi Rûsan re, roja Duşemê karvekişîna xwe da, cîhê şêwirmendê ewlekarîyê vala mabû û Trump ji Harward re teklîf şandibû.

Qesra Sipî da zanîn ku Harward jiber kêşeyên malbatî û aborî teklîfa Trump red kiriye, lê du çavkanîyên ku Reuters'ê navê wan eşkere nekir, dîyar kirin ku Harward xwestîye tîmeke ewlekarîyê bi xwe çêbike bes Trump ew fikir nepejirandîye.





XS
SM
MD
LG