Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WP: Haspel li Tirkîyê Tomarên Dengan yên Kuştina Xaşiqcî Guhdar Dike


Washington Postê ragihand ku Seroka Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Gina Haspel, ku bo vekolîna kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî serdana Tirkîyê kiribû, tomarên dengê Xaşiqcî guhdar kir.

Li gor rojnameyê, di tomaran dengan de, kêlîyên lêpirsîna Xaşiqcî û kuştina wî hene.

Washington Postê ji zarê karbidestên ku serdana Haspel dizanin dîyar kir ku hikûmeta Tirk bi tomarên dengan îdia dike ku kuştina Xaşiqcî ji berê de hatiye plan kirin.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê di 20’ê Cotmehe de dabû zanîn ku Xaşiqcî di konsulxaneyê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG