Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Bombeyekê de 5 Kes li Nêzîkî Bexda Hatin Kuştin


Fotoyeke arşîvê ji êrîşeke li Bexda
Fotoyeke arşîvê ji êrîşeke li Bexda

Wezareta Berevanî ya Îraqê îro Pêncşemê radigihîne ku di encama peqîna bombeyekê li goristaneke de herî kêm 5 kes li Bexda hatine kuştin.

Peqîn li Haswa ya 40 kîlometre başûrê Bexda qewimî ku êrîşa xwekujî ya hember maçeke futbolê ya meha Adarê jî li heman deverê hatibû kirin.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Îraqê Saad Maan di daxuyanîya nivîskî de ragihand ku peqîn dema malbateke Îraqî endamekî xwe binax dikir, qewimî.

Li gor daxuyanîyê di peqînê de herwiha 14 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG