Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Berê yê Minneapolis di Doza George Floyd de Hat Tawanbar Kirin


Yek ji sê polîsên Minneapolisê, yê ku temaşeyî hevkarê xwe Derek Chauvin kirî dema ku George Floyd kuştî bi dana çokanê xwe li stûyê wî, hat tawanbar kirin bi alîkarî û piştgirîkirina kuştina kesekî di doza 2020an de, ya ku bûye sedema derketina pêleke xwepîşandanan jiber nedadperweriya nijadî.

Chauvin, yê ku sipîpêst e, sala borî 22 sal û nîvan cezayê zîndankirinê li ser hate dan, piştî tawanbarkirina wî bi kuştina Floyd, reşpêstî ku guman jê dihat kirin dirava sexte bi kar anîye.

Çarşemê bi pêdaçûna dozê de, polîsê berê Thomas Lane cezayê sê sal yê zîndankirinê qebûl kir. Ajansa Minneapolis Star Tribune ragihand ku rûniştina cezayê hîn nehatiye plan kirin.

Her du polîsên din yên ku di girtina George Floyd de beşdar bûn, Tou Thao û J. Alexander Kueng, li gor tomarên dadgeha herêma Hennepin tê plankirin ku di meha Hezîranê de bi her du tawanan werin dadgeh kirin.

"Pênasîna wî ya ku wî tiştekî şaş kir, jibo dermankirina birînên malbata Floyd, civaka me û milet, gaveke girîng e," dozgerê giştî yê Minnesota Keith Ellison di daxuyanîyeke de got.

Di meha Şibatê de, Lane, Thao û Kueng bi tawana federalî hatin tawanbarkirin ku Floyd ji mafên xwe yên medenî bêpar kiri, ber alîkariya wî nekirin dema ku wî nîşanên tengahiyê nîşan da dema ku zêdetirî neh deqe di bin çoka Chauvin de mabû

Chauvin li dadgeha federal dan bi tometa ku wî mafên sivî yên Floyd binpê kiriye kir.

Kuştina Floyd li bajarên cîhanê li dijî tundiya polîsan û nijadperestiyê bû sedema xwepîşandanan.

XS
SM
MD
LG