Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî 60 Şîa Kuştin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, serhildayên dijî hikûmetê bi dehan Şîa li bajarokekî li Derezor kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku piştgirî opozîsyonê ye, ragihand ku 60 kes derengîya Sêşemê li bajarokê Hatla hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî dîyar kir ku piranîya qurbanîyan çekdarên Şîa bûn ku piştevanîya hikûmetê dikirin.

Vîdyoyekê ku di înternetê de hate parve kirin, nîşan dida ku jimareke çakdaran, di destê wan de alên reş yên Îslamî, pîrozbahî dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, serhildayan bajarokê Hatla bi tevahî xist bin kontrola xwe û çend xanîyên li taxa Şîayan jî şewitandin.

Karbidestekî hikûmeta Sûrî,êrîş wek “qirkirin” nav kir.
XS
SM
MD
LG