Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îraqê: Hewîce bi Temamî Hat Rizgarkirin


Nexşeya Bajarokê Hewîce
Nexşeya Bajarokê Hewîce

Çavkaniyên leşkerê Îraqê dan zanîn ku, hêzên wan îro Çarşemê bajarokê Hewîce bingeha herî dawî ya DAIŞ'ê li bakurê welat bi temamî rizgar kir.

Berî niha berpirsê rizgarkirina Hewîce General Abdulamîr Reşîd Yarelah da bû zanîn ku, yekîneyên wan yên leşkerî, polîsê fedral, hêzên hewarhatina lezgîn û Heşda Şaabî, dest bi operasiyenek berfireh kirine bo navenda bajarokê Hewîce û gûndên dewrûber.

Herwiha berpirsê polîsên fedral general Rayîd Cewdet got, tevgera wan ya qûnaxa siyan hatiye destpêkirin, bingehên DAIŞ'ê li navenda bajêr bûne armanca topbaran û rokêtbarana hêzên ewlekarîya Îraqê.

Ajansa AFP radighîne ku, hêzên Îraqê bi hevkarîya hevpeymaniya navnetewî bi serokatiya Amerîka ya li dij DAIŞ'ê roja Çarşemê gihane navenda bajarê Hewîce.

Bajarokê Hewîce bingeha herî dawiyê bû, di dest çekdarên DAIŞ'ê de, li bakurê Îraqê ku, sala 2014an ji aliyê çekdarên radîkal de hatbû kontrol kirin.

Rizgarkirina Bajarokê Hewîce
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:11 0:00

XS
SM
MD
LG