Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Peqînan de Futbolîstekî Sûrî Hate Kuştin


Ajansa dewleta Sûrîyê ya nûçeyan dibêje, du bombeyên hawan li stadyumeke futbolê li navenda Şamê xistine ku di encama wê de lîstikvanek hatîye kuştin û çend lîstikvanên din jî birîndar bûne.

Ajansa SANA ya nûçeyan got ku hawan roja Çarşemê li lîstikgeha Tişrîn li navenda devera Beramke’yê xistin, li dema ku lîstikvanan rahênan dikirin.

Ajans dibêje, lîstikvanekî tîma El Wesbê ya bajarê Humsê di êrîşê de hatîye kuştine.
Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye herwiha derbarê kuştina lîstikvan ragihand.

Êrîşa hawanê ya diduyan bû di nav çend rojan de li Şama paytaxt. Roja Sêşemê jî du hawin li nêzîkî yek ji qesrên Serok Beşar El Esed xistin, lê tenê zîyanên madî encam dan.

Êrîşa roja Sêşemê ya yekê bû ku li nêzîkî qesreke seroktîyê pêk hatibû. Ev jî nîşanek e ku şerê navxweyî li Sûrîyê giheştîye hinek deveran ku heta berî demekê ewle dihatin dîtin.
XS
SM
MD
LG