Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton: Ku Bibim Serok Ezê Bibim Piştevaneke Xurt ya Îsraîlê


Democratic presidential candidate Hillary Clinton speaks at the 2016 American Israel Public Affairs Committee (AIPAC) Policy Conference, March 21, 2016, at the Verizon Center in Washington.
Democratic presidential candidate Hillary Clinton speaks at the 2016 American Israel Public Affairs Committee (AIPAC) Policy Conference, March 21, 2016, at the Verizon Center in Washington.

Berbijara Demokrat ya seroktîyê Hillary Clinton îro Duşemê di konferanseke Cîhuyan de got, dema ew bibe serok ewê bibe piştevaneke xurt ya dewleta Îsraîlê.

Axaftina Clinton ya di konferansê de bi çepikên xurt hate pêşwazî kirin, dema wê daxuyanîya berbijarê Komarî Donald Trump bi tundî red kir ku gotibû ewê di kêşeya Îsraîl û Fîlîstînîyan de bibe serokekî bêalî.

Clinton got, Amerîka ne hewceyî serokek e ku roja Duşemê bêalî ye, Sêşemê piştgirî bide Îsraîlê û xude zane Çarşemê wê piştevanîya kê bike.

“Gelî hevalan, ewlekarîya Îsraîlê nabe mijara bazaran. Dema mijar parastina Îsraîlê be, Amerîka nikare bêalî bimîne," Clinton got.

XS
SM
MD
LG