Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komcivîna Kedê ya HDK'ê li Stenbolê Hat Darxistin


People walk by an apartment building destroyed during fighting between Ukrainian and Russian forces in Borodyanka, Ukraine.
People walk by an apartment building destroyed during fighting between Ukrainian and Russian forces in Borodyanka, Ukraine.

Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi navê "Komcivîna Kedê ya bi Hêvî û Bawerîyê" organîze kir.

Di komcivînê de, ku li Odeya Doktoran ya Stenbolê pêk hat, krîza aborî, pirgirêkên karkeran, pirgirêkên rêxistinbûna jinan û çareserkirina van pirsgirêkan hat gotûbêj kirin.

Berdevika HDK'ê û parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Mûşê Gulistan Koçyîgît got ku kesên ku bûna sedema vê krîzê new ew in û kesên ku bikevin bin barê vê krîzê jî divê ne ew bin.

“Di dema Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên bi Desthilat Qanûnê 130 hezar kes ji kar hatin dûrxistin. Qayum li ser hemû şaredarîyan hat kirin. Karmend ji kar hatine derxistin. Bi van hemîyan, rejîmeke nû hate ava kirin, lê kesên mafxwaz û kesên tekoşîna qedê dikin di nav wê de cîh nagirine jiber ku dixwazin wan bêdeng û tüne bikin.”

Di civînê de nûnerên rêxistinên karkerên jî axifîn û pirsgirêkên xebatkaran anîn rojevê û bal kişandin ser girîngîya têkoşînê û rêxistinbûnê.

MEB_11_12_2018_HDK
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:43 0:00

XS
SM
MD
LG