Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Bang li Ciwanan Dike ku Beşdarîya Peyvajoya Nû ya Partîyê Bikin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bang li ciwanan kir ku tevlî peyvajoya nû ya demokrasîyê ya partîyê bibin.

Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku encamên hilbijartinan raber dikin ku partî jibo hêvî û daxwazên gel kêm maye û jiber vê jî ew dest bi qonaxeke nû dikin.

‘’Em wek Meclîsên Ciwanan yên HDP’ê radigihînin ku emê di dewra nû de bi berpirsîyên xwe yên dîrokî tevbigerin û li bi esas û daxwazên gelê me yê welatparêz emê bi awayekî xurt beşdarîyê li peyvajoya avakirinê bibin’’

Di daxuyanîya nivîskî de hat gotin ku wan bi ciwanan dest bi karê xwe kiriye û ewê bi ciwanan bi ser kevin.

Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan dîyar dikin ku ewê jibo dewra nû nebin berbijar.

Ji hevserokên berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî gotibû ku ewê êdî sîyaseta aktîf neke.

HDP jiber doza ser girtina wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ket hilbijartinên Gulana 2023'yan.

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê, ku Partîya Çep ya Kesk pêşengîya wê dikir, di hilbijartinan 10,55 ji sedê dengan sitandibû û ji wê rêjeyê % 8,82 ya Partîya Çep ya Kesk bû.

Di hilbijartinên 2018'an de HDP'ê 11,7 ji sedê dengan biribû.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, VOA

XS
SM
MD
LG