Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Wê di 11'ê Nîsanê de Berevanîya Xwe ya li Dadgeha Qanûna Bingehîn Bike 


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê biryar da ku Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li şûna 14’ê Adarê di 11 Nîsanê de berevanîya xwe bike.

Biryara paşxistinê ser daxwaza HDP’ê hatiye dayîn.

Raportor piştî vê peyvajoyê dê ser dozê agahî û belgeyan kom bike û rapora ser esasê hazir bike.

Biryara ser doza girtina HDP’ê, Dadgeha Qanûna Bingehîn ya bi 15 dê ragihîne.

Çaverê ye hilbijartinên Tirkîyê di 14’ê Gulanê de li dar kevin.

HDP bi hin partîyên çep re di Tifaqa Ked û Azadîyê de ye û dixwaze bi Tifaqa Milet re jî danûstandinê bike.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG