Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Ez jî, Qasî Serokwezîr Binalî Yildirim Xwedî Maf Im


Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Dadgehê 12.01.2018
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Dadgehê 12.01.2018

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş piştî 434 rojan, bi hiceta "bêrêzî li hember Serokomar Erdogan" Înê li Dadgehê amade bû.

Bi giştî di heqê Demirtaş de 96 doz hatine vekirin û heta 142 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin.

Hevserokê HDPê di îfadeya xwe de anî ziman ku, tu proseyek fermî di girtina wan de pêk nehatiye. Herwisa bibîr xist ku di nav 14 mehan de ji 20 dozên wî 97 rûniştin hatin dîtin lê beşdarî tu rûniştinek nebûye.

Wî behsa dîrok û giringiya destnedayina parlementeriyê kir û îfade kir jibo parlamenter nekevin bi zexta sistema dadweriyê taybetiyek bi vî rengî dane wan.

Hevserokê HDP got jibo parlamenterek were dadgehkirin divê mafê destnedayina parlamenteriyê were rakirin lê ev mafê wî hin dewam dike.

Jiber ku mafê wî berdewam e, divê dadgeh dadkirina wan qebûl neke. " Ez jî qasî Serokwezîr Binalî Yildirim xwedî maf im."

Wî daxuyakirin hem girtin, hem dadgehkirina wan li dijî Destûra Bingehîn e. "Jibo her fezlekeyek, divê mafê xweparastinê ya parlamenteran hebe. Ev maf, gava pêşî ya dadgehkirinê ye. Mafê xweparastinê ji parlamentoyê destpêdike ne ji dadgehê.

Jibo me tu, usûluek fermî bîcî nehatiye. Mafê me yê xweparastinê jî hatiye binpêkirin. Divê dadgeha xwecîhî jibo ku mafê me hatiye binpêkirinê serî li Dadgeha Bilind bixe."

"Çawa ku, musteşarê MİTê, Serokerkan li Dadgeha Bilind tên dadkirin divê parlamenter jî li heman dadgehê bên dadkirin. Ez dixwazim vê dozê bişînin dadgeha bilind û em jî li wir werin dadgehkirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku runiştina duyê ya dozê, dê di 14ê Gulanê de bihê berdewam kirin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir ya li ser xweperastina Demirtaş li ser fayla deng gohdar bikin.

Xecican Farqin - Daiyarabkir/Amed 13.01.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG