Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Zindanên Tirkîyê de Girevên Birçîbûnê Dewam Dikin


Gireva Birçîbûnê li Stenbol
Gireva Birçîbûnê li Stenbol

Di zindanên Tirkîyê de çalakîyên girevên birçîbûnê bêdorveger ji 8ê sermawêzê ve heta niha berdewam dikin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemergê Leyla Guven û 281 girtî dixwazin rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike.

Herî dawî Înîsîyatîfa Piştgirîya Zindanên Marmara li ber derîyê girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê jibo piştgirîya girevên birçîbûnê daxuyanîyek dan.

Di çalakîyê de panqarta “Leyla Guven mafdare. Divê tecrîd were rakirin” hat vekirin. Herwiha gelek kes jî beşdarî vê daxuyanîyê bûn.

Di daxuyanîyê de li ser navê malbatên girtîyan, Bermal Yildirim daxuyanî xwend. Yildirim, dîyar kir ku piştî dawî anîna pêvajoya çareserîyê konsepta şer ketîye rojeva Tirkîyê û wiha got,

“Di heşt zindanên Tirkîyê de girtîyên sîyasî di 16ê Kanûnê de dest bi gireva birçîbûnê kirin. 26ê Kanûnê de ev çalakî bêdem û bêdorveger hatin dewam kirin. Niha li çar alîyên Tirkîyê girevên birçîbûnê belav bûn. Bi giştî di 64 zindanên Tirkîyê de 265 girtî di girevên birçîbûnê de ne.”

Dîsa Yildirim got, divê Tirkîye guh bide daxwazên girtîyan û xwest civaka navnetewî li ser Tirkîyê zextan bike ku çareserî were dîtin.

“Jiber ku kesên di girevên birçîbûnê de nemirin divê rewşenbîr, demokrat, sosyalîst û şoreşger bi hestîyarî tev bigerin. Divê dewlet jî hêj mirin çênebûyî daxwazin girtîyan bînin cih û da wîcdanên gelan de birînên kûr neyên vekirin. Dîsa divê dewlet dev ji bêhiqûqîyê berde û pêvajo bi aştîyane were dawî kirin.”

Herî dawî di daxûyanîyê de li ser rewşa tendurîstîya girtîyan ji sazî û odeyên tendurîstîyê hat xwestin ku rapor li ser tendurîstîya girtîyan werin amadekirin.

Mem Botani 05.02.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

XS
SM
MD
LG