Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Proje û Stratejîya Berbijarên HDP Yên Gazîosmanpaşa li Stenbol


Roja 31î Adarê jibo hilbijartinên herêmî li sernaserî Tirkiyê dengder diçin ser sindoqan. Di van hilbijartinan de 57 mîlyon û 93,985 kesan mafê dengdanê heye.

Bêguman yek ji bajarên herî girîng bajarê Stenbolê ye û ji 10 mîlyon zêdetir kes hene ku dikarin denge xwe bidin.

Şaredarîya Bajarê Îstenbulê niha Partîya Dad û Pêşvêçûnê (AKP) bi rêve dibe. Lê him jiber kirîza aborî him jî jiber ku Partîya Demokratîk a Gelan li Îstenbul namzed nîşan nedaye dibe ku Partîya Gel a Komarî (CHP) van hijbijartinan qezenc bike.

HDP Amed
HDP Amed

Dîsa HDP her çiqas li Tirkîyê partîya Sêyemîn ya herî mezine lê jibo Îstenbulê namzed nîşan neda. Herwiha 34 navçeyên Îstenbulê hene û HDPê tenê li 13 navçeyan namzed nîşan daye. Yek ji van navçeyan jî navçeya Gazîosmanpaşa ye.

Partîya Demokratîk ya Gelan HDP jibo Gazîosmanpaşa du parêzerên ciwan namzed nîşan dane. Parêzer Gûlay Rojda Firat û Parêzer Sînan Zîncîr, herdu parêzeran pirsên Dengê Amerîka bersivandin.

Parêzer Rojda Firat, dibêje ewan li Gazîosmanpaşa dest bi xebatên hilbijartinan kirine û behsa pirsgirêkên Gazîosmanpaşa dike.

“Em bi sazîyên rêxistinên sîvîl, komale, esnaf û gel re hevdîtinan dikin. Pirsgirêka herî mezin li Gazîosmanpaşa, di bin navê guhertinê ew herêm xirab kirin. Di pênc taxan de, di bin guhertina bajêr de planên xirabkirina malên gel dikin. Tê xwestin ku gel ji vir koç bikin. Herwiha, pirsgirêka binesazîyê heye, jiber bi rêyên teng yên navçeyê pirsgirêkeka trafîkê jî heye. Dîsa gelek zarok li vê herêmê weke karmend kar dikin. Di xebatên hilibjatinan de gel hertim behsa van pirsgirêkan dikin. Şaredarîya niha li ser kar jibo gel, jin, zarokan ti projêyên wan nînin “

Dîsa Firat dibêje gel naxwaze malên wan werin xirabkirin û gel dixwaze ev pirsgirêk hemû werin çareserkirin.

Berbijarên HDPê yên Gazîosmanpaşa- Stenbol
Berbijarên HDPê yên Gazîosmanpaşa- Stenbol

Namzêdê din yê Gazîosmanpaşayê yê HDPê Zîncir jî anî ziman ku jiber hilbijartinan, di nav civakê de dijberî heye û got "Desdhilatdar hemû derfetên civakî û çapemenîyê di destê xwe de kom kirîye û pê pergala yek mirovî ya heyî ji tê xwestin li ser HDP zext werin çêkirin û endamên HDPê tên binçav kirin. Jibo ku bi van rêyan stratejîya HDP pê bidin windakirin. Her ku dibînin ku dê winda bikin zêdetir li ser HDPê disekinin û zextan li ser HDPê dikin. Wezareta Karê Hundir gefa “Em ê hemû Kurdan bi qedînin” Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan me ji welatê me diqewîrîne. Di bin van erîşan de em hewl didin ku xwe bi rêxistin bikin".

Herwiha her du namzedan soza şaredarîyek demokratîk û zelal didin, û dibêjin ewên zêdetir feqîr, jin û zarokan biparêzin.

Raportî Mem Botanî, Stenbûl 06 03 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG