Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Li Stenbolê Xwepêşandaneke Piştgiriya Girevên Birçîbûnê bi Rê ve Dibe


Li ser banga partiya alîgira Kurdan HDP, bi hezaran kes îro Yekşemê tevlî xwepêşandanekê bûn li bajarê Stenbolê ji bo piştgiriya girevên birçîbûnê li dijî rewşa serkirdeyê PKKê yê girtî Abdulla Ocelan.

Xwepêşander li meydana Bakirkoy ya aliyê Ewrupî yê bajarê Stenbolê kom bûn.

Derdora 250 girtî li seranserî Tirkiyê dest bi gireveke birçîbûnê kirine wek piştgirî ji bo endam parlemana HDPê Leyla Guven a ku dixwaze fişarê bide ser hikûmeta Tirkiyê da rê bidin Ocelan li gel malbat û parêzerê xwe kom bibe.

Guven a 55 salî di meha Çille ya sala 2018ê de hat girtin ji ber rexnekirina operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî çekdarên Kurdên Sûriyê.

Hefteya borî, dadgeheke Tirkiyê li bajarê Diyarbekir ew azad kir.

Wê 8ê meha Mijdara borî di zîndanê de dest bi gireva birçîbûnê kir û piştî derketina ji zîndanê, wê ji ajansa Frensî ya nûçeyan AFP re got ku ewê gireva xwe ya birçîbûnê li mal jî berdewam bike.

Gireva wê ya birçîbûnê derbasî roja 88ê dibe.

XS
SM
MD
LG