Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanar: Girtina HDP'ê Tê Wateya Binpêkirina 6 Madeyên Makezagona Tirkîyê


HDP Logo
HDP Logo

Serokê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî bang li dadgehên Tirkîyê kirîbû ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) were girtin û MHP îdia dike ku têkilîyên HDP’ê bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hene.

Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind piştî bangên girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di rojên borî de di derheqa HDP'ê de lêkolîn dabû destpêkirin.

Bahçelî piştî ku Dadgeha Bilind di derheqê HDP'ê de lêkolîn da destpêkirin axifîbû û gotibû ku "Eger Tirkîye dewleta hîqûqê be girtina HDP'ê pêwîst û lezgîn e."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî ser hewildanên girtina partîya xwe axifîbû û wî jî gotibû ku "Em careke din dibêjin ku hewildanên girtina HDP'ê dê wan piçûktir û me hîn mezintir bike."

Sancar bi berdewamî dîyar kirîbû ku "Bi girtina HDP’ê tê xwestin ku kanalên sîyaseta demokratîk werin asteng kirin."

Gelo li gor makezagona Tirkîye girtina HDP’ê çiqas pêkan e? Lêpirsîna derbarê girtina HDP'ê de tê çi wateyê û girtina HDP'ê wê bandoreke çawe ser demokrasîya Tirkîye bike?

Parêzer Ercan Kanar-Tirkiye
Parêzer Ercan Kanar-Tirkiye

Parêzer Ercan Kanar jibo mijara hewildanên girtina HDP'ê dibêje ku girtina HDP'ê binpêkirina 6 madeyên makezagona Tirkîyê ye.

"Madeya 2'yan ya makezagona Tirkîye dibêjê ku Tirkîye jibo mafê mirovan rêz digire û Tirkîye welateke demokratîk, hiqûqî û sekuler e. Li gor madeya 67’an girtina HDP'ê binpêkirina mafê hilbijartin û sîyaseta 6 mîlyon kesan e. Herwiha li gor madeya 68’an ku dibêje ku partîyan sîyasî nîşaneyên girîng yên sîyaseta demokratîk in. Dîsa girtina HDP'ê li gor madeya 10'an ku jibo hemî kesan wekhevîyê dixwaze binpê dike. Madeya 69’an jî dibêje ku eger bername û rêziknameya partîyan dijî mafê mirovan, dijî serxwebûna welat, dijî wekhevî û hiqiqû û dijî komarê be dikare partî werin girtin û dema em li HDP’ê dinêrin em dibinin ku rewşeke wiha tuneye."

Parêzer Kanar di berdewama axaftina xwe de behsa lêpirsîna di derheqê HDP'ê jî kir û wiha got.

"Ev lêpirsîn dide nîşan ku dadgehên Tirkîye ne serbixwe ne. Dadgeha Bilind li gor daxwaza MHP'ê û desthilatê gavan davêje. Ev lêpirsîn newekhevî, nijadperestî û çalakîyeke mîlîtarîst e."

Kanar di qedandina axaftina xwe dîyar kir ku tevî hemî tiştan jî girtina HDP'ê wê demokrasîya qels ya Tirkîye bi temamî ji holê rake.

Raporta Stenbulê 11 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG