Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadir Yildirim: Opersyonên Li Dijî HDP’ê Qirkirina Sîyasî Ye


Nadir Yildirim

Opersyonên li dijî Partîya Demokratik ya Gelan (HDP) berdewam dikin û herî dawî jî Parlementerê Qersê Ayhan Bîlgen û parlementera Edenê Meral Daniş Beştaş, piştî berdana parlementerê Amedê, Îdrîs Balûken hatin girtin.

Herwiha îro çarşemê jî, di derbarê partementerên HDP’ê yên Riha yê Dilek Ocalan û Îbrahîm Ayhan jî, ji ber ku beşdarî dozên xwe nebûne, biryara girtinê hate stendin.

Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan yê Wan’ê Nadîr Yildirim operasyonên li dijî HDP’ê ji Dengê Amerîkayê re nirxandin, Yildirim got:

“Komara Tirkîyê 93 sale xwe li ser tunebûna kurdan ava kirîye, hem li ser qirkirina sîyasî hem jî, li ser qirkirina fizîkî ava kiriye. Dema em mezê dikin sala 1924 an de komara Tirkîyê ava bû. Di şexsê Şêx Said û Seyid Riza de ev eriş pêk hatin. Her dem hiqûq li Tirkîyê li ser esasên dijminatî û tinehesbandinê tê bikar anîn. Îro jî di şexsê partîya me de êrîş li ser azadîxwazî û berxwedana Kurdan e”

Nadîr Yildirim dibêje:

“Biryarên di derbarê HDP’ê de biryarên sîyasî ne, ne biryarên hiqûqî ne. Di derheqê parlemeterên me de ji roja ewil û vir ve, biryareke navendî heye û em vê yeke wekî qirkirina sîyasî dinirxînin.”

Hêjayî bîrxistinêye ku, heya niha tevî hevserokên Partîya Demokratik a Gelan 12 parlementerên HDP di zindanan de ne û ev hejmar her roj zêde dibe. Herwiha HDP, di parlemenê de partîya sêyemîn e û ji rewşa awarte vir ve, bi operasyonan li dervey biryarên meclîsê ma, biryara Referandûmê jî di van şert û mercan de hate dayîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00

XS
SM
MD
LG