Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP li Enqerê Dê Kom Bibe Û Biryara li Ser Vekişîna ji Parlamenê Bide


Saruhan Oluç

Partîya HDP'ê ya nêzî Kurdan û opozisyona hikûmeta Tirkîyê, lêkolîn dike ku endamên xwe yên di parlamena Tirkîyê de vekişîne, ji sedema givaştinên zêde yên hikûmeta Tirkiyê li ser şaraderî û endamên partîyê. Û weke nerazîbûn li hember girtin û dûrxistina 24 şaredarên ku HDPê di hilbijartinên derbazbûyî de qezenc kir bûn.

Cîgirê Serokê grûba Partîya HDPê di parlamena Tirkîyê de Saruhan Oluç, roja Duşemê gote rojnamevanan"Roja Çarşemê, hemû endamên parlamenê, serokên şaredarîyan û berpirsên herêmî yên partiya HDP dê li Enqerê kom bibin ji bo biryarekê bistînin."

Saruhan herwiha got "Emê li hemû ciyan têkoşîna xwe bidomînin û li dij dûrxistina şaredaran rawestin û emê yek ji pirsan bersiv bidin kanê emê endamên xwe ji meclisa Tirkiyê vekişînin".

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Hikûmeta AKPê, endamên partîya HDPê bi hebûna têkeliyên li gel Partîya Karkerên Kurdistan PKKê tawanbar dike. Lê HDPê her tim ev îdîa Tirkiyê red kirîye.

Ji sala 2016an û vir ve, hevserokên berê yên HDPê di girtîgehê de ne, ew bi tawana terorê û peywendiyên li gel PKKê hatine girtin û tawanbar kirin, herwiha gelek berpirs û endamên heman partiyê hatine dadgeh kirin û girtin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG