Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Daxwaza Betalkirina Encamên Rêferandumê Ji YSK'ê Dike


Mithat Sancar
Mithat Sancar

Partiya Demokrata Gelan HDP, ya nêzîkî Kurdan roja çarşemê bi şêweke fermî daxwaz ji Komîta Bilind ya Hilbijartina YSK ê li Tirkiyê kir, da ku encamên Rêferandumê pûç bike, jiber ku bi şêweke berfireh zêdegavî di dengdanê de hatine kirin.

Cîgirê serokê HDP Mithat Sancar dibêje, Rêfernadum di rewşa awerte de pêkhatiye, herweha berpirsên partiya wan di girtîgehan de ne, zêrevanên serbixwe yên ku dixwestin dengdanê bişopînin hatine qedexe kirin û perê dewletê jibo kempêna "ERÊ"hatiye bikaranîn.

Sancar dema jibo rojnamevanan axivî got, Komîta Bilind ya Hilbijartinan YSK'ê bi şêweke ne yasayî di bîstîka herî dawiyê de formên dengdanê yên ku di bê xetim (Stemp)bûn, erê kirine, ev tê wateya ku kesek nizane hejmara dengên sexte û betal çendin, Sancar dîsan got, hejmareke zêde ya kesên mafê dengdanê hebûn nikarî bûn bi heza xwe dengên xwe bidin.

Mithat Sancar li dawiyê weha got"Ev Rêferandum heta hetayê dê cihê şik û gomanê bimîne", dîsan got, Tu yê nikarî qet guherînan di rewşeke weha ya siyasî de pêk bînî dema ku Rêfernadumek bi goman ya ne adîl û sextetkar hebe", weke Mithat Sancar cîgirê serokê HDPê dibêje.

XS
SM
MD
LG