Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Parlamenterên Din yên HDP'ê Hatine Girtin


Alîgirên HDP'ê li Atîna ya paytaxta Yunanistanê
Alîgirên HDP'ê li Atîna ya paytaxta Yunanistanê

Du parlamenterên din yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Çaglar Demîrel û Besîme Konca, hatin girtin û bi van girtinan hejmara parlementerên girtî bû 12.

Parlamentera HDP'ê ya Amed'ê Çaglar Demîrel û parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca pêr Duşemê li Enqerê hatin desteser kirin. Her du parlementer ji Enqerê bo dadgehên Amed û Êlih'ê hatin veguhastin.

Konca piştî li Êlih'ê îfade da bi şerta kontrola dadgehî hat berdan. Konca jibo ku rûniştina Demîrel'ê bişopîne çû Dadgeha Amed'ê, lê ew jî li dadgehê bi Demîrel'ê re hat girtin. Her du parlementer, li gor qanûnên Tirkîyê jiber sûcên ''propagandaya rêxistina terorî'' û ''endambûna rêxistina çekdar'' tên darizandin.

Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 12 parlementerên wê partîyê li girtîgehê ne. Dadgeha Amedê, jibo 6 parlementerên din yên HDP'ê biryara anîna bi darê zorê daye.

Wezareta Karê Hindur ya Tirkîyê do Sêşemê ragihand ku li 28 bajaran li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Komeleya Civaka Kurdistan (KCK) operasyon hatine darxistin. Wezaretê da zanîn ku 568 kes hatine desteser kirin û di nav wan de serok û rêvebirên HDP'ê jî hene.

Hêjayî balkişandinê ye ku operasyona desteserkirina endamên HDP'ê piştî Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê (TAK) jibo cotpeqînên li Stenbolê berpirsî girt ser xwe, destpê kir. Dewleta Tirkîyê, TAK'ê wek baskeke PKK’ê dihesibîne, lê PKK vê îdîayê red dike.

XS
SM
MD
LG