Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ser givaştin û zextên ser xebatên wê yên hilbijartinan raportek amade kir.
Di raportê de bal tê kişandin ku êrîşên dijî wê di 28’ê Nîsanê de destpê kirine û heta niha de bi kêmî ve 57 êrîş li dijî HDP’ê hatine kirin.
Raport dide zanîn ku bi kêmî ve 208 endamên HDP’ê hatin desteser kirin û 16 kes jî hatine girtin.
“Di wan êrîşan de hevserokên me yên bajaran û endamên partîya me ku xebata hilbijartinê dikirin, hatine desteser kirin, konvoy, vekirinên buroyên hilbijartinan û mîtîngên HDP’ê jî hatine asteng kirin.”
HDP bi bîr tîne ku dema Hevserok Sezaî Temellî xwest ku bo kempeyna hilbijartinê here derveyê welêt, pasaporta wî hate desteser kirin.