Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên HDP'ê li Başakşêhîra Stenbolê Şansa Xwe Xurt Dibînin


Taxa Başahçehîr li Stenbolê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê li Stenbolê,

li 14 navçeyan berbijar nîşan dane ku yek jî wan Başakşehîr e ku xwedîyê 253 hezar hilbijaran e.

Di hilbijartinên 2014’an de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) şaredarîya Başakşehîrê bi 50 ji sedê dengan wergertibû.

Zarîn Adar û Seyîtxan Kirmizi
Zarîn Adar û Seyîtxan Kirmizi

Li Başakşehîrê gelek Kurd jî dijîn û HDP jî şansa xwe xurt dibîne. Berbijarên wê Zarîn Adar û Seyîtxan Kirmizi dibêjin edî jibo Başakşehîr dema guhartinê ye.

Adar dibêje ku ew kolan bi kolan, mal bi mal digerin û rastî eleqeya gel tên.

“Şaredarîya AKPê ti xebat ji gel re nekiriye û îdiayên pere dizine hene. Loma dema gel me dibîne kêyxweş dibe.”

Kirmizi jî Başakşehîrê wek modeleke biçûk ya tevahîya Tirkîye dibine û dibêje tene ew dikarin ev cîhê pir çandî bi rêve bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG