Lînkên eksesibilîtî

Parlementerê HDP'ê Bîlgen Îro Derdikeve Dadgehê


Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Qersê Ayhan Bîlgen, ku 7 meh in li Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê girtî ye, îro derdikeve pêşberî dadgehe.

Bîlgen, di çarçoveya lêpirsîna banga HDP'ê ya ku di Cotmeha 2014'an de bo Kobanî kiribû, hatibû girtin.

Parlementerê HDP'ê, di 29'ê Rêbendanê de li Firîngeha Esenboga ya Enqerê hatibû desteser kirin û piştî îfadeyê hatibû berdan. Lê, ser îtîraza Serdozgerîya Komarî ya Amedê, Bîlgen di 31'ê Rêbendanê de dîsa hatibû hatibû girtin.

Bo Bîlgen, ji 11 sal heta 25,5 sal cezayê hepsê tê xwestin.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlementerên wê partîyê girtî ne.

XS
SM
MD
LG