Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera HDP'ê Ozkan 6 Sal Cezaya Zindanê Sitand


Parlamentera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Mûşê, Burcu Çelîk Ozkan jiber tawana ‘’alîkarîya bo rêxistina terorî’’ 6 sal cezaya girtîgehê sitand.

Ozkan, îro Înê ji Girtîgeha Sîncanê bi sîstema deng û dîmen (SEGBIS) beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezaya Giran ya Mûşê bû û berevanîya xwe kir.

Parlamentara HDP’ê dîyar kir ku di dosyeyê de têra sûcdarkirinê delîl tune ne û darizandina wê ne hiqûqî ye.

‘’Ez bawer dikim ku mafê hemî candarên li vê erdnîgarîyê heye ku bi hev re bijin û wek hiqûqnasekê bawerîya min ya bi hiqûqê jî tam e’’ Ozkan got.

Ozkan, di 19’ê Nîsana 2017’an de bi tawanên ‘’propagandaya rêxistina terorî, endamtîya rêxistinê û alîkarî’’ hatibû desteser kirin û girtin.

XS
SM
MD
LG