Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Gotinên Davutoglu yên Derbarê Serdana Rûsya bi Tundî Red Dike


Demirtas û Lavrov

Cîgirê Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Nazmî Gur bi daxuyanîyeke nivîskî bersîva Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu da û gotinên wî bi tundî red kir.

Gur got, şîroveyên Davutoglu ku gotibû “rûreşî û îxanet e ku Demîrtaş li Moskow got xistina firoka Rûsî kiryareke çewt bû” tucar nayê qebûl kirin jiber ku hikûmeta AKP jî niha hewil dide bi hikûmeta Rûsî re peywendîyan deyne.

“Peywendîyên berdewam yên hikûmeta AKP bi Rusya ne îxanet e, lê dema HDP bi hikûmeta Rûsî hevdîtinan dike, ew dibe îxanet. Ev helwest paradoksek e.”

Gur bal kişand ku ew ji serî de xistina firoka Rûsî ji alîyê Tirkîyê ve wek şaşitîyeke mezin dinirxînin û bi wî awayî daxuyanîyan didin.

“Serokwezîr Davutoglu gotinên me yên ser gêrkirina firoka Rûsî li Moskowê wek tiştekî nû raberî bîragiştî dike û ew yek jî nîşana ecizbûna xebatên dîplomatîk yên HDPê ye ku bi bingeha aştî û aramî têne kirin.”

XS
SM
MD
LG