Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê HDP'ê yê Hilbijartina Seroktîya Tirkîyê Demîrtaş E


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dîyar kir ku berbijarê wan yê bo hilbijartina seroktîya Tirkîyê Selahattîn Demîrtaş e.

Demîrtaş, ku berê hevserokê HDP’ê bû, ji 4’ê Mijdara 2016’an vir ve li zindana Edîrne girtî ye.

HDP’ê da zanîn ku di komcivînê de xêncî Demîrtaş kes bo berbijarî nehatiye nîqaş kirin.

HDP’ê bo xebatên hilbijartinê û danûstandinan biryar da ku desthilat di bin kontrola civata rêvebirîya navendî de be.

Hilbijartina seroktîya Tirkîyê ligel yên parlemanê dê di 24'ê Hezîranê de li dar kevin.

XS
SM
MD
LG