Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Biryara Komîsyonê Dibe ku Destlênedana Parlamenterên HDPê Rabe


Komîsyona qanûna bingehîn ya parlemana Tirkîyê do Duşemê do biryar li ser rakirina destlênedana parlamenterên HDP'ê da.

Biryar bi dengê endamên komîsyonê yên ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) hate girtin. Parlamenterên HDP'ê berî u dengdan bê kirin, hevre ji komîsyonê derketin.

Demeke zûtir ya dengdanê, şerekî mezin di navbera qanûndanêran derketibû û serokê koma parlemanê ya HDP'ê Îdrîs Baluken di encama lêdanana de birîndar bûbû û ji nexweşxanê re hatibû rakirin.

Li gor qanûnên Tirkîyê, piştî ku komîsyon ser mijarekê qayil dibe û erê dike, hinge ew pêşnîyar bo dengdanê diçe civata giştî ya parlemanê ku hemî qanûndanêr tê de dengê xwe bidin.

Eger parleman biryar bide ku destlênedana parlemanterên HDP'ê were rakirin, hîngê rê li ber dozgeran vedibe ku doz lo hember wan vekin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku damezrenêrê AKP ye, banga darizandina parlamenterên HDP'ê kiribû, bi sedema ku girêdana wan bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) heye.

XS
SM
MD
LG