Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê ji Pêş Girtîgeha Edîrne Dest bi Kempeyna Hilbijartinê Kir


Şandeya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku di nav wan de hevserokên partîyê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî hebûn, bo dest bi kempeyna hilbijartinê bi awayekî fermî bidin destpê kirin, çûn pêş Girtîgeha Edîrne.

Şandeya HDP’ê dê li pêş Girtîgeha Edîrne bi posterên Selahattîn Demîrtaş, ku berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê ye, daxuyanîyek bide lê destûr nehat dayîn.

Şandeyê li cîyekî ji girtîgehê 5 kîlometre wêdetir daxuyanî da.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldanê da zanîn ku wan xwestîye ku bi Demîrtaş re bicivin, lê daxwaza wan hatiye red kirin.

‘’Demîrtaş berbijarê bi mîlyonan kes e û hêvîya wan hemîyan e. Hûn dikarin birêz Demîrtaş di nava çar dîwaran de dîl bigirin, lê nikarin wî ji dilê 6 mîlyon kes rakin’’ Buldanê got.

Buldanê dîyar kir ku wan xwestîye ku Demîrtaş were berdan, lê daxwaza wan hatiye red kirin. Hevseroka HDP’ê da zanîn ku girtîbûna Demîrtaş dijî hiqûqê ye û ew vê yekê napejirînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG