Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Jimareke Rêvebirên HDP'ê Hatin Desteser Kirin


Kempeyna HDP'ê li Enqerê (Arşîv)

Li Enqere ya paytaxta Tirkîyê, îro Duşemê hin endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û nûnerên sendîkayan hatin desteser kirin.

HDP’ê ji Twitterê ragihand di nav kesên hatine desteser kirin de parlamentera wê ya berê ya Qersê Mulkîye Bîrtane jî heye.

Li gor daxuyanîya HDP’ê, karbidestên ewlekarîyê bi ser malên hin rêvebirên wê yên bajar û bajarokan de girtine û ew desteser kirine.

Ajansa Anadolu ya Tirkîyê dîyar kir ku dijî 16 kes biryara desteserkirinê heye û da zanîn ku ''operasyon dijî PKK/KCK'ê li dar dikeve''

Hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê dê di 31'ê Adara 2019'an de pêk were.

XS
SM
MD
LG