Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP’ê Sancar: Hikûmet Dixwaze Vîna Têkoşîna Hevbeş Bişkîne


HDP Cochair Sancar
HDP Cochair Sancar

Li Stenbolê 16 endamên Partîya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu di 8’ê Îlonê de hatibûn binçav kirin.

Piştre jî dadgehê 11’ê Îlonê jibo 17 sîyasetvanan bi tawanên “endamtîya rêxistina terorê” û “propagandaya rêxistina terorê” biryara girtinê dabû.

Îro Seşemê hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li avahîya HDK’ê ya Stenbol’ê daxuyanîyeke li ser vê mijarê dan.

Herwiha di civînê de berdevka HDK’ê Îdîl Uğurlu, Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu, endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan jî di nav de gelek kes tev li daxuyanîyê bûn.

Berdevka HDK’ê Îdîl Uğurlu got ku girtîna 17 sîyasetvanan bê bingeh û dijî hiqûqê ye.

“Zîhnîyeta Darbeya 12’ê Îlonê îro jî didome. Hevalên me çi kirin? Ew tiştên xelet yên ku hikûmet dike eşkere kirin. Ev hemî wekî zext û binçavkirinan li me vedigere. Em ji vir dibêjin, ku hun hêzek in ku civaka xwe ji xwe dûr dixin. Hun her kesê ku dijberîya we dike, dixin girtîgehê. Lê emê tekoşîna xwe bidomînin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî dijî polîtîkayên zextê yên hikûmetê banga têkoşîneke hevbeş kir û got ku operasyona hatiye meşandin êrîşeke jibo şikandina vîna têkoşîna hevbeş e.

"Bi girtina berdevkê HDK’ê, ku platforma têkoşîn û rêxistinê de wek sîwanê gelan e, hedef tê girtin. Bi vê yekê sîyaseta demokratîk û têkoşîna hevbeş ya Kurdan, bindestan, kedkaran û jinan hedef digirin. Rêya yekane ya rawestandina vê yekê têkoşîna hevbeş e.”

Sancar bi berdewamî got ku li Tirkîyê hiqûq ketiyê bin bandora hikûmetê.

Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî dîyar kir ku gelên Tirkîyê bi givaştintên hikûmetê re rûbirû ne.

“Ev erîş ji erîşên li ser HDP’ê, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û jî erîşên li ser jinan ne cudatir e,” Tumuklu got.

MEB_15_09_20_HDP_ESP_HDK
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG