Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Parlamenterên Girtî yên HDP'ê Giheşt 14'an


Parlamentera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan, li wî bajarî hat girtin.

Ozkan li ser Twitter'ê peyamek weşand û wiha got: "Ez hatim girtin. Silav bo hemî dostan."

Jêderên HDP'ê dîyar kirin ku Ozkan, jiber hin gotinên wê yên di daxuyanîyekê de, bi "propagandaya rêxistina terorî" tê tawanbar kirin.

Ozkan do ji rojnameya Evrensel re dîyar kiribû ku di referandumê de, li bi sedan gundên Mûşê zêdegavî pêk hatine.

"Me tespît kir ku di dora 70 sindoq de dengên komî hatine karanîn" Ozkan gotibû.

Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî girtî ne û bi Ozkan, hejmara parlementerên girtî yên HDP'ê giheşt 14'an.

XS
SM
MD
LG