Lînkên eksesibilîtî

HDP dê bo Parlamenterên Girtî Nobetê Bigire


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) heta salvegera 4'ê Mijdarê, ku wê demê hevserokê partîyê Selahattîn Demîrtaş û hin parlamenterên din hatibûn girtin, dê komcivînên xwe li 4 bajarên cihê li dar xîne.

Parlamenterên HDP'ê dê li wan bajaran, bo balê bikşînin ser rewşa parlamenterên girtî, bi daxwaza dadê nobetê bigirin.

Di meha pêşî ya çalakîyên ku ewê heta 4'ê Mijdarê bidomin de, HDP dê komcivînên xwe li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê wek mîtîng li dar xîne.

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr bi daxuyanîyekê dîyar kir ewê "Tevgera Dad û Wîjdanê" destpê kirin bidin.

"Emê her roj bo dad, demokrasî û aştî nobetê bigirin. Heta Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên me yên din têne berdan, heta qeyûm ji şaredarîyan diçin, heta OHAL (Rewşa Awarte) bi dawî dibe emê çalakîyên xwe bidomînin" Baydemîr got.

HDP ewê komcivîna xwe îro li Parka Ekîn Ceren ya Kayapinar ya Amedê li dar xîne. Piştî komcivînê, parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Huda Kaya, Garo Paylan, Behçet Yildirim, Feleknas Uca, Muslum Dogan, Nimetullah Erdogmus, Zîya Pîr û Dîlan Dîrayet Taşdemîr dê dest bi çalakîya nobetê, ku dê hefteyekê bidome, bikin.

XS
SM
MD
LG