Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera HDP'ê ya Berê Leyla Guven Hat Berdan


Leyla Guven

Parlamantera berê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Leyla Guven, ku hefteya borî hatibû girtin, hat berdan.

Leyla Guven, ji doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) 6 sal 3 meh cezaya girtîgehê sitandibû û 1 meh cezaya wê ya mayî ji dosyeyeke din hat xistin.

Parlamana Tirkîyê hefteya borî ji hesabê fermî yê Twitterê ragihandibû ku yek ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) du jî ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) parlamanterîya sê parlamanteran bi dawî bûye.

Li gor ragihandina Parlamana Tirkîyê, ji CHP’ê Enîs Berberoglu û ji HDP’ê Musa Farisogullari û Leyla Guven jiber biryarên dadgehê yên nîşan didin ku wan ceza xwariye, ji parlamanterîyê hatibûn dûr xistin.

Xanim Guven piştî hat berdan ji rojnamevanan re da zanîn ku ewê têkoşîna xwe bidomînin.

‘’Di serî de Musa Farisogullari, bi hezaran hevalên me hîn di girtîgehê de ne. Ez derketim lê têkoşîna me dê bidome’’ Xanim Guvenê got.

Musa Farisogullari, ku parlamanterîya wî hatibû bi dawî kirin, hîn di girtîgehê de ye.

XS
SM
MD
LG