Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP, HAK-PAR û Tevgera Azadî Serdana Erdogan ya Amerîka Çawa Dinîrxînin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan sibê Çarşemê bi Serokê Amerîka Donald Trump re li Washingtonê hevdîtinekê dike.

Tirkîye dixwaze têkilîyên xirabûyî baştir bike, Amerîka jî dixwaze ligel Tirkîyê kêşeya S-400 û Bakur û Rojhilata Sûrîyê li gor sîyaseta xwe çareser bike.

Çûyîna Erdogan ya Washingtonê ji alîyê Kurdan ve jî nêzve tê şopandin.

Parlamanterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz dibêje ku Erdogan jibo piştîrîya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê diçe Amerîka.

“Dema em li rewşa Amerîka dinêrin rayagiştî, dîplomasî û Kongres dijî sîyaseta Tirkîyê ne. Jibo vê jî ev serdana Erdogan dê neşibe serdanên berê. Amerîka dixwaze vê sîyaseta Tirkîyê li gorî xwe serast bike. Bi ya min Erdogan di vê serdanê de dê nikaribe tiştek bi dest bixe.”

Serokê Giştî yê Partîya Mafan û Azadîyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr bawer dike ku Amerîka dixwaze Tirkîyê li gor sîyaseta dîzayn bike.

“Amerîka dijî operasyona Tirkîyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê bû. Piştî êrîşên Tirkîyê, Amerîka nerazîbûna xwe nîşanî Tirkîyê da. Çûyîna Erdogan jî em dikarin di vî warî de bibînin. Tiştekî din jî ew e ku her du rêber dixwzin peywendîyên xwe xweş bikin.”

Epozdemîr bal dikşîne ku hevdîtin çawa derbaz be jî, pêwîstî bi çareserkirina pirsgirêka Kurdî heye.

Rêvebirê Tevgera Azadî Sidkî Zîlan bawer dike ku di serdana Erdogan de mijara sereke wê pirsgirêka Kurd û bi taybetî jî kêşeya Rojavayê Kurdistanê be.

“Dîsa kirîna S-400an, biryara Civata Nûneran ya Amerîkayê û hin babetên din wê derxînîn pêş Tirkîyê. Her çi dibe bila bibe hemû mesele tê ser mesela Kurd û bi vê derê ve têgirêdan. Lazim e ku Tirkîye vê meselê bi Kurdan re çareser bike.”

ED_11_12_2019_Serdana_Erdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:22 0:00


XS
SM
MD
LG