Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Em bo Hilbijartinan Her Tim Amade Ne


Berdevkê HDP'ê Ayhan li daxuyanîyekê (arşîv)

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di 24’ê Hezîranê de hilbijartinên pêşdem dê werin li dar xistin.

Berdevkê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen dîyar kir ku ew her tim bo hilbijartinan amade ne û li gor wê xebatên xwe dimeşînin.

‘’Sindoqekê ji civatê direvînin. Naxwazin ku gel, partî, parlamenter û nûnerên desthilatdarîyê li ser peyvajoyê nîqaşan bikin.’’ Bîlgen got.

Bîlgen da zanîn ku desthilata Tirkîyê dixwaze bi rêka sindoqan ‘’rejîma otorîter mayînde’’ bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê, Rewşa Awarte (OHAL) roja Çarşemê cara heftan dirêj kir. Rikeberî jiber ku hilbijartin dê di Rewşa Awarte de were kirin rexneyan li desthilatê dike.

XS
SM
MD
LG