Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Bo Parlementerên Girtî Dest bi Kempeyna Şandina Nameyan Dike


Alayên HDPê li kolanên Stenbolê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Pêncşemê ragihand ku endam û piştgirên wê dest bi kempeyna şandina nameyan ji parlementerên wê yên girtî re dikin.

HDP'ê li ser hesaba xwe ya fermî ragihand ku jibo kempenya hasthaga bi Tirkî #HaydiMektupYazalım (KaEmNameyanBinivsînin) tê bikaranîn.

Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 12 parlementerên HDP’ê di girtîgehên li rojavayê Tirkîyê de ne.

Komela Mafên Mirovan (IHD) hefteya çûyî dîyar kiribû ku rêvebirîyên girtîgehan nameyan ji parlementerên HDP’ê re hatine şandin, nadin wan. Parlementerên girtî bi rêka IHD'ê dabûn zanîn ku rêveberîyên girtîgehên hin hevokên faksên ji wan re hatine jî xêz dikin.

Herwiha, Demîrtaş jî gotibû ku rêvebirîyê dest danîye ser nameya ku wî jî Komîteya Nehêlana Êşkence ya Ewrupa (CPT) re şandîye.

Li ser vê yekê rêvebirîya HDP'ê ji dildarên partîyê xwest ku nameyan ji parlementerên girtî re bişînin. Di çarçoveya kempenya de, dê name ji şaredarên girtî yên wek Gultan Kışanak, Ahmet Turk, Bekir Kaya re jî werin şandin.

Ji aliyê din ve operasyonên girtina rêvebirên HDP'ê hê jî didome. Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Îbrahîm Bînîcî, ku 10 rojên berê hatibû desteser kirin do Çarşemê hat girtin.

XS
SM
MD
LG