Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Sê Parlamanterên Me bi Vîrusa Korona Ketine


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku sê parlamanterên wê bi vîrusa korona ketine.

HDP’ê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku piştî karkerekî paqijîyê yê li qata salona wan ya li meclîsê bi vîrusa korona ketiye, xebatkar, şêwirmend û parlamanterên wan test kirine.

Di daxuyanîyê de, navên parlamanteran nehat eşkere kirin.

Li gor daxuyanîyê, rewişa parlamanterên bi vîrusa korona ketine baş e û ew di bin çavdêrîya doktor de ne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG