Lînkên eksesibilîtî

HDP Piştgirî Dide Referanduma Herêma Kurdistana Îraqê


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku referanduma serxwebûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafekî rêwa û demokratîk e.

HDP’ê di daxuyanîyê da zanîn ku îradeya gelên ku li Îraq û Herêma Kurdistanê dijîn wê rêveberîya îdarî û sîyasî dîyar bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 7’ê Hezîranê de biryar dabû ku ewê di 25’ê Îlonê de referanduma serxwebûnê li dar bixin.

‘’Biryara referandumê mafekî demokratîk e û jibo gelê ku bixwaze qedera xwe tayîn bike, ji alîyê dîrokê ve jî rewa ye’’ HDP’ê di daxuyanîyê de got.

HDP’ê bang li partîyên Herêma Kurdistanê kir ku jibo nîqaş derbarê meşrûbûna referendumê çênebîn, bi awayekî azad û wekhev beşdarî peyvajoya referandumê bibin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlementerên wê partîyê li hepsên Tirkîyê girtî ne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG