Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê li Stenbolê Dest bi Xebatên Kongreya 4'an ya Asayî Dike


Kongreya Asayî ya 4'an ya HDP li Stenbol

Rêxistina Stenbolê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)ê jibo Kongreya Xwe ya Asayî ya 4’an li taxa Beyoglu ya Stenbolê dest bi amadekarîyan kir. Endamên Komîteya Kongreyê derbarê amadekarîyan de li oteleke navçeya Beyoglu daxuyanîyeke dan.

Hevpeyvdara Komîteya Kongreyê Semîha Yalçin got ku Tirkîye di nav qeyranek aborî, civakî û siyasî de ye û wê destnîşan kir ku berpirs hikûmeta AKP'ê û hevkarê wê MHP ye. Herwiha Yalçin diyar kir ku jiber windakirina desthilatdarîyê hikûmet zextên li ser opozîsyonê jî zêde kiriye.

Yalçin bi berdewamî bal kişand ser rol û hêza HDP’ê û got ku, heta ku hikûmeta AKP’ê û MHP’ê têk biçe HDP dê erk û berpirsîyarîya xwe ya dîrokî û tekoşîna xwe ya bi biryar bidomîne.

“Dê di kongreye de rêvebirî, têgihiştin, têkoşîn û hişmendîya rêxistinê were eşkere kirin. Ev kongre dê di heman demê de encama hilbijartinan jî diyar bike ku dê bandorê li çarenûsa hemî beşên ku aştîyek bi rûmet û jîyanek azad û wekhev dixwazin bike." Wê got.

Yalçin di heman demê de bal kişand ser pirsgirêka Kurd û girîngîya Îstenbul’ê jî û wiha anî ziman "Îstenbul bajarê sereke yê navenda jîyana hevpar a gelan, çandan, bawerîyan e û bajarê ku herî zêde Kurd lê dijîn e. Bi vê yekê ve girêdayî Îstenbul jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd yek ji navendên herî girîng e."

Herî dawî jî Yalçin ser kongreya asayî ya 4’an ya HDP’ê jî axifî û wê dîyar kir ku ewên di pêvajoya nû de mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax bixebitin. Wê xwest ku hemî kesên ku dixwaze desthilatdarîya AKP’ê û MHP’ê xilas bibe, divê piştgirîyê bide HDP’ê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00


XS
SM
MD
LG