Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê Dijî Buldan û Onder Lêpirsîn Vekir


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê dijî Parlamentera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Îdirê Pervîn Buldan, ku do Yekşemê bo hevseroktîya wê partîyê hat hilbijartin, û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jiber axaftina wan lêpirsîn da destpê kirin.

Serdozgerîya Enqerê da zanîn ku Buldan û Onder jiber ku "hewil dane ku Operasyona Şaxa Zeytûnê wek operasyoneke dijî sîvîlên Kurd nîşan bidin pesna serokê rêxistina terorî dane" dijî wan lêpirsina "propagandaya terorê, sorkirina gel bi nefretê û pesna tawan û tawanbaran" lêpirsîn hatiye vekirin.

Di kongreya HDP'ê de, ku li dawîya hefteyê li Enqerê li dar ketibû, Pervîn Buldan û Sezaî Temelli bûbûn hevserokên nû.

Buldan di kongreyê de dîyar kiribû ku "Erîşa Efrînê, di serî de Kurd, dijî hemî gelên herêmê ye"

Onder jî di axaftina xwe de gotibû ku "Em rêzdar Ocalan yê ku heq dike bibe mîmarê aştîyê bi rêz silav dikin."

XS
SM
MD
LG