Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Biryara Şandina Leşkeran ji Lîbyayê re Rexne Dike



Parlamana Tirkîye îro bi 325 beramber 184 dengan, daxwaza Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pejirandibû û rê li ber hikûmeta wî vekiribû ku hêzên leşkerî bişîne Lîbyayê.

Di dengdanê de ser navê HDP’ê parlamantera Edenê Tulay Hatîmogulları axifî û helwesta hikûmetê bi tundî rexne kir.

"Ev sîyaseta dagirkirinê ye, navê wê di lîteratura sîyasî de 'dagirkerî ye. Divê ev were dîtin. Ev desthilatî pelên reş li rûpelên dîrokê zêdetir dike," Hatîmogullari got.

Wê dîyar kir ku hikûmeta Trablusê ya ku Tirkîye pê re hevkarîyê dike, ne rewa ye.

Hatîmogullari îda kir Tirkîye çekdarên rêxistinên bi Artêşa Azad ya Sûrîyê ve girêdayî ne, dişîne Lîbyayê.

"Çekdarên Feylak el-Şam, Tugayên Sultan Murat bi meaşên 2 hezar dolar dişînin Lîbyayê. Li vir sûcên şer pêk tê. Li pişt destûranmeyê armanc ew e ku xeta Îxvanê (Biratîya Misilman) li Lîbyayê bi hêz bikin."

Hêjayî b îrxistinê ye ku di denganê de, xencî HDP’ê partîyên din yên opozîsyonê CHP’ê, Îyî Partî û Partîya Saadatê jî dijî pêşnîyara destûrnameyê deng dan.

XS
SM
MD
LG