Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP’ê Mensur Işik jibo Du Salan ji Partîyê Dûr Xist


Komîsyona Dîsîplînê ya HDP’ê, encama lêpirsîna derheqa parlamenterê wê yê Muşê, Mensur Işik eşkere kir.

HDP’ê, ser îdiaya ku Işik tundî li hevjîna xwe kiriye biryar da ku wî jibo du salan ji partîyê dûr bixe.

Cîgira seroka koma parlamanê ya HDP’ê, Meral Daniş Beştaş di civîna heftane ya HDP’ê de, li Amedê got ku HDP’ê li hember tundî yê.

Meral Daniş Beştaş
Meral Daniş Beştaş

“Em xemgîn in ku navê partîya me bi vê mijarê hatiye rojevê, lê em bi ti awayî tundîya ser jinan qebûl nakin. Loma me biryar da ku Işik jibo du salan ji partîyê were dûrxistin.”

Beştaş di civînê de hewildana vekişîna ji Peymana Stenbolê rexne kir ku hember tundîya ser jinan hatibû îmza kirin.

Wê pêşnîyara hikûmetê ya guhertina qanûna medya civakî jî bi tundî rexne kir û got ku desthiltdarî dixwaze bi vê zagonê kontrola xwe ya ser medya civakî xurt bike.

Hun dikarin ji ser fayla deng agahîyên zêdetir guhdar bikin.

KHF_07_28_2020_M_Işik
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:23 0:00

XS
SM
MD
LG