Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Wezîrên HDP Karvekêşana Xwe Didin


Wezîrên HDP
Wezîrên HDP

Ajansa Reuters radigihîne ku 2 wezîrên hikûmeta hilbijartinê ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Alî Haydar Konca û Muslum Baran îro karvekêşana xwe dan.

Wezîrê Yekîtîya Ewrupa Alî Haydar Konca di civîna ragihandinê ya navenda giştî ya HDPê de got, sedema karvekêşana wan israra hikûmetê AKPê ya di sîyaseta şer de ye.

"Tevî ewqas hewla me, hikûmeta AKP li Cizîr, Farqîn, Gever, Vartoû cîhên din tundî gûr kir. Li bajarê dayikbûna min, li Varto, hêzên ewlekarîyê mizgeft, cemxane û goristan rûxandin û min bi sedan telefon ji gelê wê derê stand ku çima di kabîneyê de me."

Raportên pêşîn radigihînin ku her du wezîr jiber daxuyanîyên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên hember HDP ew biryar dane.

XS
SM
MD
LG